Serokwezîrê Elmanyayê Friedrich Merz têkildarî rageşiya navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) daxuyaniyên balkêş da. Merz xîtabî xwendekarên dibistana amadeyî yên li Elmanyayê kir. Merz îdîa kir ku Îranê DYE “biçûk xistiye” û rêveberiya Washington bi rengekî tund rexne kir.
Merz diyar kir ku pêvajoya leşkerî ya ku DYE li dijî Îranê dimeşîne, bêyî ku xwe bispêre ti stratejiyan hatiye destpêkirin û got, vê rewşê çareseriya krîzê hîn zehmettir kiriye.
Merz îdîa kir ku rêveberiya Tehranê pêvajoya muzakereyê bi pisporî dimeşîne û got, Îranê hevdîtin bêencam hiştin û di aliyê dîplomatîk de DYE di rewşek zehmet de hiştiye.
Merz destnîşan kir ku divê demildest şer bi dawî bibe û diyar kir ku tengasiya li Kendava Hurmuzê di qada enerjiya kûreyî de krîzeke bêhempa çêkiriye.
Serokê DYE’yê Donald Trump mutefîkên xwe yên NATO’yê sûcdar kiribû ku desteka têrker nadin. Merz bersiva vê yekê jî da û bi bîr xist ku beriya şer destpê bike, welatên Ewropayê tevlî pêvajoyê nehatibûn kirin. Serokwezîrê Elmanyayê got, ew gumanên xwe yên di vê mijarê de rasterast digihîne Trump.
Hefteya bihurî Donald Trump ragihand ku wan agirbesta bi Îranê re dirêj kiriye û ji bo pêşniyareke nû wext dabû Tehranê. Li gorî çapemeniya DYE’yê tê îdîakirin ku Îranê pêşniyarek pêşkêş kiriye ku Kendava Hurmuzê jinûve veke û şer bi dawî bike.